Rêvebirên Partîya Demokrat rexne li Dîrektorê Buroya Vekolînê ya Federalî (FBI) James Comey digirin ku dema ragihandina wî ya vekolîna e-maîlên nû yên Hillary Clinton, bi hilbijartinan girêdayî û bi mebestên sîyasî ye.
Vekolerên FBI çend hefte berî dizanîbûn ku e-maîlên ku di lêpirsîneke din de hatibûn girtin, dibe ku bi doza hember Clinton peywendîdar be, lê ew yek heta 11 roj berî hilbijartinê nehatibû eşkere kirin.
Comey roja Înê nameyeke ji rêberên Kongresê re şandûbû û ew li ser maîlên nû agahdar kiribû. Wî ji Kongresê re gotibû ku hîngê vekoler nedizanîn ku girîngîya wan maîla çi ye jiber ku hin pêdaçûna wan nekiribûn.
Rêberê Kêmanîyê li Civata Senatoran, Harry Reid do Yekşemê gotibû ku Comey cîhê xwe bo bandorkirina hilbijartinan bi kar tîne û bi wî awayî wî qanûn binpê kiriye.