Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

DEM Partî Ser Operasyonên Dijî HDK'ê Dibêje Hin Alî Naxwazin Aştî Çêbe


Civîneke HDK'ê
Civîneke HDK'ê

Medyaya Tirkîyê radigihîne ku îro Sêşemê di operasyonên dijî Kongreya Civaka Demokratîk (HDK) de 52 kes hatine desteser kirin.

Operasyonên bi lêpirsîna Serdozgerîya Komarî ya Stenbolê destpê kirin li 10 bajaran li dar ketin.

Di îdianameyê de tê gotin ku HDK bi fermanên rêxistinên wek Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) tevdigere û meş û mîtîngên çêdike.

Serdozgerîya Komarî ya Stenbolê da zanîn ku jibo 60 kesan biryara desteserkirinê hatiye dayîn, lê heta niha 52 kes hatine desteser kirin.

Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) ser desteserkirinan bertek nîşan da.

DEM Partî ragihand ku li Tirkîyê di van rojan de ser aştî û çareserîyê danûstandin hene û hin alî naxwazin ev rewş pêşve here.

Wê partîyê di daxuyanîyê de got ku her roj dijî wan kesan ku aştîyê dixwazin operasyon çêdibin û qayum jî dest datînin ser îradeya gel.

DEM Partî dîyar kir ku her çiqas operasyon bidomin jî ewê ji aştîyê venegerin û got ku ewê aştî were welêt.

MLSA ragihand ku di nav desteserkirîyan de 3 rojnamevan jî hene.

Li gor ragihandina MLSA di lêpirsînê de qedexe hatiye danîn ku desteserkirî 24 saetan bi parêzerên xwe re danûstandinê nekin.

Jêder: Ajansa Welat, Gazete Duvar

XS
SM
MD
LG