Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

DEM Partî Serdana Partîyan Didomîne


Şandeya danûstandinan ya Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) îro Duşemê serdana Partîya Siberojê kir.

Di şandeyê de parlamaneterên DEM Partî Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldan, ku li Girtîgeha Îmrali serdana Serokê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) Abdullah Ocalan kiribûn, û sîyasetvanê dêrîn Ahmet Turk cîh girtin.

Serokê Partîya Siberojê Ahmet Davutoglu li devê derîyê navenda partîya xwe pêşwazîya şandeyê kir.

Civîna şandeya DEM Partî û karbidestên Partîya Siberojê bi qasî saetekê ajot.

Onder piştî civînê dîyar kir ku ew bi Davutoglu re ser tecrûbeyên peyvajoya aştîyê ya berê axifîne.

‘’Me agahîyên li cem wî dan wî û me ji wî rica kir ku pêşnîyar, teklîf, rexne û hişyarîyên xwe ji me re bêje.’’

Wî got ku ewê daxuyanîya berfireh piştî ku ew çûn serdana Selahattîn Demîrtaş bikin.

Davutoglu jî dîyar kir ku wan danûstandineke ji dil kiriye.

‘’Em ser bûyerên rojên berê û derbarê dersên wan rojan axifîn. Niha em di qonaxeke pir girîng re derbaz dibin.’’

Wî got ku ewê bi dersên bûyerên berê Tirkîyeyeke hêzdar ava bikin.

Şandeya DEM Partî îro Duşemê wê bi Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) û Partîya Saadetê re jî bicive.

Jêder: Gazete Duvar

XS
SM
MD
LG