Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dengê Amerîka Dest bi Weşana Dîmenî Kir


Hevkarên me Kawa Kurmanc û Canî Dîlan
Hevkarên me Kawa Kurmanc û Canî Dîlan

Roja Duşemê, 23’ê meha Nîsanê Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka dest bi weşana radyoya dîmenî anku teleradyo kir.

Ji niha pê ve guhdarên Dengê Amerîka dikarin bernameya me ya demjimêr 10:00 bi dema Washingtonê, 19:00 bi dema Hewlerê li ser satelaytê temaşe bikin.

Dengê Amerîka her roj 3 bername hene ku her yek ji wan yek seet e. Weşanên Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka li ser pêla kurt (SW), pêla navendî (MW) û li hejmareke bajarên Îraqê li ser FM’ê û her wiha bi rêya malpera înternetê têne weşandin.

Dengê Amerîka ajansa yekê ya navnetewî ye nûçeyan e ku bi her du zaravayên Kurmancî û Soranî weşanên xwe pêşkeş bike.

Navenda Dengê Amerîka li paytaxt Washington ye û ajans bi 52 zimanan weşana radyo, televîzîyon û weşangerîya înternetê didomîne.

Xwedendavanên me yên hêja,

Hun dikarin bi van frekansên jêrîn weşana meya dîmenî temaşe bikin:

Eutelsat Hotbird Digital

Transponder 76

13 Degrees East

Freq: 12.226. GHZ

FEC: ¾

Symbol Rate: 27.5 MS/S

Typical L-band Freq: 1476 MHz

Local Oscillator (LO) freq: 10.75GHz

Signal Polarization: Vertical

Network ID1: H-pol setting to provide 19V to LNB for High Ku band – or –

Network ID 4: V-pol setting to provide 13V polarizer control

Virtual channels 240

XS
SM
MD
LG