Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Azad Nanakli: Huner Zimanê Rastiya Jiyanê Ye


Di hunera Azad de, pirsên mezin di derbarî jiyanê de tên ber çavan, pirsa hebûnê, jiyanê rûmetî û kuştina bê sûc.

Her alavek di berhema Azad de, pirsekê ji bîneran dike, wisa ew girêdana xwe bi jiyanê şîrove dike: Ez hunermend im , ne şoreşger im, ez çavê jiyana rasteqîn im, ez şahidê wê me.

Azad Nanakli, hunermendekî navdar e, ji herêma kurdistanê , bajarê Hewlêrê ye.

Bi zîrekbûna xwe û jêhatiya dest û çavên xwe, bala mamostayên dîbistana seretayî kişand û guhdan pê bû, ta ku di gênciya xwe de , çû Bexdadê û li wir di salên 70ê de xwendina hunera ciwan qedand.

Piştî xwendina hunera ciwan li Îraqê, berê xwe da Florensa -Îtaliya da xwendina xwe ya bilind berdewam bike, û ji wê demê ta roja Îroj li wir dijî.

Li gorî nerînê rexnegirên hunerê, hunera Azad bi pirse û ne asayî ye, herdem tê guhertin û li dora xwe nagere.

Ji hunermendekî zîrek û pispor yê şêweya kilasîk, berê xwe da şêweya abstrakt ( hunera nûjen) û di vê şêweyê de pirr serkeftî bû û hate naskirin.

Ji salên 80ê ve û vir de, Azad berê xwe da hunera ( paş-nûjeniyê) û dest bi afirandina şêweyekî nû bi xwe kir, ku Vîdyo, wêne, nîgarkêşî, peykertaşî û mûzîk..têkel kir û bi wan berhemên bê sînor, pisên xwe yên felsefî anîn ziman.

Hîna Azad bi xaka Kurdistanê ve girêdayî ye, û kêşeya wê bi behremendiya xwe ve girêdayî ye bê ku asta hezkirinê yan hunerê daxîne xwarê.

Wisa Azad, çavekî zelel e ji rewşa jiyana me re û hunera wî dergeha pirsan e.

Ji bo zanyeriyên zêdetir vê lînk vek in http://www.azadnanakeli.com

please wait

No media source currently available

0:00 0:25:46 0:00

XS
SM
MD
LG