Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Doza Vegerandina Hin Penaberên Sûrî yên li Danîmarkê


Tevî bangên hin qanûndaner û rêxistinên civaka sivîl, Denîmark hewl dide hin penaberên Sûrî vegerîne welatê wan û îdia dike ku rewşa ewlekarî li hin beşên Sûrîyê baş bûye.

Wezîrê koçberîyê Mattias Tesfaye dibêje ku dema ku rewş li welatê wan baş bibe, divê penaberên berê vegerin welatê xwe û jîyana xwe li wir berdewam bikin.

Danîmark dibêje ew ji roja yekê de rastgo û vekirî bû û ji penaberên Sûrî re zelal kiribû ku mayîna wan li wir demkî ye û ger pêwîstîya wan bi parastinê nemîne mayîna wan dikare bi dawî bibe.

Encûmena Ewrupî û Parlamana Ewrupî her duyan jî ragihand ku rewş li Sûrîyê ne aram e ku penaberên Sûrî bi awayekî dilxwaz vegerin.

31 qanûndaran ji 12 welatên Yekîtîya Ewrupî, di nav de jî Almanya û Fransayê nameyek jibo serokwezîra Denîmarkê Mette Frederiksen re şand û tê de daxwaz kir ku Danîmark ji biryara xwe vegere û penaberan venegerîne Sûrîyê.

Ajansa penaberan ya Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) jî bangê li welatan dike ku penaberên Sûrî bi darê zorê venegerînin welatê wan, heta bo wan herêmên ku di bin kontrola hikûmetê de ne jî, wek Dîmeşqa paytext û derdora wê.

Tê zanîn ku biryara Danîmarkê hemî penaberan venahewîne û ta niha kesek bi darê zorê ji Sûrîyê re nehatîye vegerandin.

Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna du mêvanan ronî dide ser vê mijarê:

Parêzer Elî Îso, rêvebirê rêxistina Êzdîna ya karûbarên penaberan li Almanyayê û Mehmûd Haman aborîzan û penaberê Kurd yê Sûrî ku li Danîmarkê dimîne.

Jibo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng vekin

Hest û Helwest 4/5/2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:29:52 0:00


XS
SM
MD
LG