Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berbijarên Hevbajarvanîyê yên DEM Partî yên Amedê Dogan Hatun û Serra Bucak In


Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) ragihand ku berbijarên wê yên jibo hevbajarvanîya Amedê, Dogan Hatun û Serra Bucak in.

Dengdana gera duyê ya pêşhilbijartinên jibo dîyarkirina berbijarê bajarvanîya Amedê li 17 bajarokan bi dawî bû.

Ji berbijarên Amedê Dogan Hatun û Garîp Kandemîr mabûn gera duyê.

Dogan Hatun di gera duyê de 64 ji sedê dengan sitand û bi ser ket.

Berbijara jin Serra Bucak di gera yekê pirtir ji nîvê dengan sitandibû û bi ser ketibû.

Jêder: Dem Partî

XS
SM
MD
LG