Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nêzîkî 300 Malbat Vegerîn Dêr Cemel, Jîyan Dizivire Asta Normal


Der Cemel village
Der Cemel village

Piştî ku bajarokê Dêr Cemel ya nêzî Efrînê hate rizgar kirin, nêzîkî 300 malbetên gund vegerîn malên xwe û ew hejmar hîn pirtir dibe.

Piştî welatîyên bakurê Helebê astengî li ser rîyan û sînoran dîtin, hêdî hêdî vegerîn malên xwe û bi alîkarîya desteyên xizmetguzarîyê li Efrînê welatî jîyana xwe birêve dibin. Lê, hîn paqijkirina mayînan û laşan berdewam e.

Li tersî bajarên derdorê, bajarê Dêr Cemel nehatî wêran kirin. Li gor nivîsên li ser dîwara xuya ye komên nêzî DAIŞ bajêr kontrol dikirin, lê gelê gund xwe dûrî şer kirine.

Rûniştvanê gund Hîşem Seîd, karmendê şarederîyê Mihemmed Xelîl Îbrahîm û xebatkarê Heyva Sor a Kurd Ferîd Hebeş li ser jîyana gund nêrînên xwe bi Dengê Amerîka re parve dikin.

EM_3_1_16
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:58 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG