Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rejîma Sûrî Sê Derbazgehên Sînorî yên bi Rêvebirîya Xweser re Girtin


Rejîma Sûrî di 23’ê Adarê de sê derbazgehên sînorî li Minbic, Reqa û Tebqa ji bazirganî, mirovî û çûne û hatine girtin ku heremên bin desthilatdarîya wê bi Rêvebirîya Xweser de girê dide.

Ev xalên sînorî Tayha li Minbicê, derbazgeha Tebqa li heman bajarî û derbazfeha Ikêrşî li Reqa ne. Herwiha firîngeha Qamişlo jî girtî ye ku beşek mezin ji xwendekaran li her du alîyan li benda vekirinê ne ku herin Şam, Heleb û Humsê.

Hevseroka Rêvebirîya Xweser ya Bakur û Rojhilata Sûrîyê Bêrîvan Xalid ji Dengê Amerîka re got ku girtina derbazgehan iryareke yekalî ya rejîmê ye.

Girtina wan derîyan ji alîyê rejîmê di vê demê de tê ku Rûsya bi Tirkîyê re danûstandinan dike ku sê derîyên sînorî di navbera herêmên rejîme û yên opozîsyonê li Îdlibê û Helebê veke.

Cîgirê rêvebirê bingeha leşkerî ya Himêmîm general Aleksandr Karbov di preskonferansekê de ragihand ku vekirina derbazgahan dorpêçkirina hindurîn radike.

Hêjayî balkişandinê ye ku ev cara yekê ye ku rejîma Sûrî hemû derîyên xwe yên sînorî bi Rêvebirîya Xweser re bi awayekî giştî digire.

RK_03_26_2021_Derbazgên_Rejîmê
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:13 0:00

XS
SM
MD
LG