Îro Sêşemê berbangê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) li Dêrezorê li rojhilatê Firatê dest bi êrîşeka bejahî li ser gundên jêr kontrola rejîma Sûrîyê û mîlîsên bi ser Îranê ve kir.
Li gorî aghîyan hîn ew şer berdewam e.
Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê ku di jêr sîwana HSDê de ye bi daxuyanîyekê nivîskî got ku tevgera wê ya leşkerî ji bo rêgirtina li ber Daişê ye ku, li gorî agahîyan, amadekarîya êrîşan dikin, ne xasim ku hêzên rejîmê û mîlîsên bi ser Îranê ve ji ber pêşevçûnên li rojavayê Sûrîyê pir lawaz bû ne, Daişê bi taybetê li rojhilatê Firatê sûdê ji vê yekê digire.
Gundên ku di armanca êrîşa HSD de ne, ev in: El-Salihîye, Tabîya, Hatla, Xeşam, Marat, Mezlûm û Huseynîyê.
Ajansa fermî ya hikûmeta Sûrîyê got ku artêşa Sûrîyê li rastî êrîşek ji alîyê HSD ve tê, û artêşa wan bersîvê didin.
Ji 2019an ve HSD û koalisyona navnetewî ya şerê dijî Daişê hemû deverên rojhilatê Firatê kontrol kir ji bilî 7 gundan ku rejîma Sûrîyê bi piştevanîya milîsên bi ser Îranê û piştgirîya esmanî ji alîyê Rûsyayê ve çemê Firatê derbaz kirin û ew gund kontrol kirin.
Ji wê demê ve bi hezaran rûniştvanên wan gundan derbiderî deverên HSD bibûn.
Salih Igêdî ji gundê Tabîya ye ku yek ji wan gundên ku hîn şer û pevçûn lê dijwr in ji Dengê Amerîka re got ku ev 6 sal in ji gundê xwe hatin derxistin û êdî dem hat ku vegerin.
"Em bi darê zorê ji gundê xwe hatin derxistin, em li hêvîya vegerek nêzîk in," Igêdî got.
Şopîner bawer dikin ku pêşveçûnên dawî li rojhilatê Sûrîyê û têkçûna rejîma Sûrîyê wê rê bide Daişê, bi taybetî li Badîya ya nava Sûrîyê ku bi hêz bibe.
Şîvrovekarê rewşa Daişê li Sûrîyê Egîd Mişmiş bawer dike ku şaneyên Daişê amadekarîyên êrîşan li Badîya ya navîna Sûrîyê û rojhilatê Humsê ketine tevgerek metersîdar.
Di nava pêşehatên leşkerî û guhertina neqşeya kontrolê li Sûrîyê dîyar e ku HSDê jî hewil dide kontrola xwe li ser xeta çemê Firatê fireh bike û sînorê xwe asê bike.