Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Operasyona HSD'ê Siberoja Dêrezorê Wê Çawa Be?


Operasyona Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD), ku li herêma Dêrezorê di 27ê Tebaxê de destpê kiribû, didome.

Li gor agahîyên dawî HSD’ê li bajarokê Zîban pêşdikeve, ku ew bajarok tenê di destê çekdaran de mabû piştî ku HSD’ê do her du bajarokên Şihêl û El-Besêra kontrol kiribûn.

Endamê Navenda Ferat ya Lêkolînan, Welîd Çolî derbarê vê operasyonê got ku berjewendîyên pir alîyan li Dêrezorê gihaştine hev ku li dijî HSD’ê tevbigerin û tevlihevîyê li herêmê çêkin.

“Pirojeya tevlihevîya li Dêrezorê li wir sînordar nedima, dê bûbûya pirsgirêkeke herêmî û derbazî Reqa û Hesekê bûya, berê tenê DAIŞ gef bû, lê niha hêzên bi rejîm û Îranê herwiha bi Tirkîyê ve jî girêdayî dixwazin tevlihevîyê çêkin”, Çolî got.

Hêjayî gotinê ye ku hemdemî operasyona li Dêrezorê, li bereyên Minbic, Eyn Îsa û Til Temir jî êrîşên komên çekdar yên bi ser Tirkîyê ve çêbibûn. HSD’ê ragihand ku wan hemû êrîş şikandine û jimareke êrîşkar kuştine.

Lê, tiştê balkêş ew bû ku firokên Rûsî li Minbicê komên çekdar bombebaran kiribûn.

Şîrovekarê sîyasî Husên Omer bawer dike ku Rûsya xwest nameyek bide Tirkîyê ku ew hîn li Sûrîyê xwedîya biryarê ye û bê wê ti çareserî çênabe.

“Herwiha, Rûsya xwest ji Tirkan re bêje ku pişta xwe bi Îran girênede ku bê Rûsya ew her du nikarin ti gavan li Sûrîyê bavêjin yan tevlihevîyê çêkin”.

Roja Şemîyê şandeke hevbeş ya Wezareta Derve ya Amerîkî û koalîsyona navdewletî ligel HSD, MSD û êlên Dêrezorê civîbûn.

Li gor balyozxaneya Amerîkî ya Şamê di twîtekê de ragihand ku rêbazên çareserîya rewşa li Dêrezorê di wê civînê de hatiye gotûbêj kirin.

Omer derheqa helwesta Amerîkî û siberoja rewşa Dêrezorê ya piştî operasyona HSD’ê dibêje ku ger helwesta Amerîka ji roja yekê de zelal bûya, dibe ku zerarên derketine jî çênebûna.

“Loma, niha pêdivî ye ku HSD’ê pirtir serwerîya xwe bisepîne û jibo rêvebirina herêmê pirtir derfet bide meclîsên sivîl.”

Çolî jî dîyar kir ku her çiqas Dêrezor sala 2019’an ji DAIŞ’ê hatibû rizgar kirin, alozî û rewşa tevlihev li wê herêmê didomîya.

“Ew rewş li ser tevahîya deverê û Amerîka, ku hêz û bingehên wê li Dêrêzorê ne, bûye gef û metirsîyîn mezin. Divê rêvebirîyeke nerm ji gelkê Dêrezorê bixwe derkeve û ti metirsîyê li derdora xwe çêneke.”

Çolî dibêje ku divê guhertinên bingehîn pêk werin û ji Dêrezorê heya Siweyda rêvebirîyên bi awayekî demokratîk peyda bibin û rê li ber Îran û DAIŞ’ê bigirin.

Hêjayî gotinê ye ku Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûrîya Demokratîk, Mazlum Ebdî do di hevpeyvîneke kanala Al-Hadath ya Saudî de gotibû ku wan bi şêxên êlên Dêrezorê civîn pêk anîne û ew vegera rejîma Sûrîyê naxwazin.

Ebdî herwiha dîyar kir ku Washington daxwaza çareserîya aştîyane ji alozîya Dêrezorê re kir û hevdîtinên berfireh bi wan re pêk anî.

NR_09_05_2023_Siberoja_Derezore
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:41 0:00

XS
SM
MD
LG