Çavdêrîya Surî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) îro Sêşemê ragihand ku di êrîşên esmanî yên ku bi guman e koalîsyona ku bi pêşengîya Amerîka li dar xistine de, bi kêmî ve 23 kes li du herêmên li rojhilata Dêrezorê hatine kuştin.
Koalîsyonê hîn ser êrîş û kuştinan ti daxuyanî nedaye, lê karbidestên wê dibêjin ku ew hewil didin ku di têkoşîna li dijî DAIŞ'ê ya li Îraq û Sûrîyê, zerar negiheje sîvîlan.
SOHR'ê da zanîn ku di êrîşa koalîsyona navneteweyî ya gumankirî de, li el-Bukamal ya li nêzî sînorê Îraqê ye, 3 çekdar û 13 sîvîlên ku di nav wan de zarok hene hatine kuştin.
Ajansa Çavdêrîyê dîyar kir ku li el-Husainiyah ya bakurê Çemê Ferat jî 7 sîvîl hatine kuştin.
Ku piranîya herêma Dêrezorê di dest DAIŞ'ê de ye jî, hin taxên navenda bajêr di dest hikûmeta Sûrîyê de ne. Li wê herêmê Sûrîye û hevkara wê Rûsya êrîşan dibin ser DAIŞ'ê.