Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

DEM Partî Wê li Dêrsimê bi Hin Hêz û Partîyên Din re Hevkarîyê Bike


Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî)û çend hêz û partîyên din li bajarê Dêrsimê jibo hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê hevkarî ragihandin.

DEM Partî da zanîn ku Partîya Kedê (EMEP), Partîya Karkeran ya Tirkîyê (TÎP), Federasyona Meclîsên Sosyalîst (SMF), Enîya Azadî û Kedê (EOC) û Partîzan hevbîr bûn ku di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarêli Dêrsimê hevkarî bikin.

Di daxuyanîya hevbeş de de hat gotin ew jibo ked, aştî, azadî û demokrasîya Dêrsimê li hev kom bûne.

Li gor daxuyanîyê ev hevkarî jibo navenda Dêrsimê û 7 bajarokên wê hatiye çêkirin.

Parlamanterê DEM Partî Mehmet Ruştu Tîrkayî dîyar kir ku jibo ragihandina hevkarîyê ew di qonaxeke dijwar re derbaz bûne.

Tîryakî got ku partîyên sîyasî û tevgeran jibo hevkarîyê bi qasû 2 mehan danûstandin kirine.

‘’Em jibo nûnertîya berjewendîyên Dêrsimê bikin û bo rêyeke nû nîşan bidin li hev kom bûn. Emê bi hev re bi ser kevin, çinku êdî Dêrsim bi îdia ye.’’

Ji Partîya Kedê Îskender Bayhan jî got ku ewê bi hevkarîyê dijî înkarê têkoşînê bimeşînin.

Bayhan dîyar kir ku wê kedkarên Dêrsimê bi aştî û biratîyê têkoşîna xwe û serketina xwe nîşan bidin.
Nûnerê Federasyona Meclîsên Sosyalîst Erdal Ataş jî got ku her çiqas kêmahîyên tifaqa wan heye jî bihevrebûna wan serketineke mezin e.

Ataş dîyar kir ku ew nikarin dijî dostên xwe têkoşîna sîyasî bimeşîinin û got ku divê dost li serketinên hev xwedî derkevin û hevdu pêşve bibin.

Jêder: Ajansa Mezopotamya

XS
SM
MD
LG