Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Walîtîya Dersîmê Destûr Neda Şandeya HDP'ê ku Çavderîya Şewata Daristanan Bike


Walîtîya Dersîmê destûr neda şanda HDP çavderîya şewata daristanan bike

Du hefte ne ku daristan û çîyayên navçeyên Dersîmê dişewitin. HDP şandeyek hinart herêmê ku rewşa heyî bibîne.

Di nav şandeya HDP’ê de 10 parlamenter jî cî girtin, lê bi fermana wezareta karê navxweyî, ne walîyê Dêrsimê, ne jî qeymeqamê Xozatê destûr da parlamenteran ku derbazî herêma şewatê bibin.

Walîtîya Dersîmê di daxuyanîyekê e got ku "Hin alî dixwazin aramîya bajêr xira bikin û zararê bigehînin tekoşîna li dijî terorê. Jibo vemirandina agir, hemî derfetên heyî tên xebitandin.”

HDP jî dibêje li Dersîmê rêveberîyeke kêfî heye ku guh nade zagonên nav qanûna bingehîn.

HDP bal dikşîne ku di malpera wezareta daristanan de derbarê şewata daristanên li Dêrsimê ti agahî cîh nagire.

"Me xwest li devera agir çavderîyan bikin, lê walî bi daxuyanîyek got ku hin alî jibo provakasyonê hatine. Ev daxuyanî bû bingeha astengkirina me," endama şandeya HDP’ê û parlamentera Sêrtê, Meral Daniş Beştaş got.

Wê got ku bi nêrîna wan li Dêrsimê sûceke mezin tê krin û naxwazin ku ew yek eşkere be.

XS
SM
MD
LG