Roja Duşemê helîkopterên Tirkîyê li Derya Reş piştî jêravbûna keşetiyekê 11 deryavanên winda bûyî digere dema ku bahozeke kujer bû sedema derketina bûyerê û heta niha herî kêm 9 kes mirine.
Keştiya barhilgir ya Kafkametler ku tîma wê ji 12 kesan pêk dihat roja Yekşemê binav bû piştî ku rastî pêlên bihêz yên deryayê hatî 200 kîlometran li rojhilatê Stenbolê.
Alî Yerlîkaya, wezîrê navxweyî yê Tikriyê, diyar kir ku termê deryavanekî hatiye derxistin û lêgerîn jibo dîtina 11 deryavanên din dom dike piştî ku bahoz hinekî lawaztir bû.
Keştiya ku ala Tirkî li ser bû madeyê ferosîlîkon, ku texteyên di çêkirina pola de tê bikaranîn hilgirt bûn, ku ji bendera Temryuk ya Rûsyayê ber bi Aliaga ve li Tirkiyê vediguhastin.
Li dawiya hefteyê bahozeke bihêz ya têkder li gelek herêmên Tirkiyê qewimî.
Li herêma Batmanê lehiya ji nişka ve bo sedema mirina 3 zarokên yek malbatê.
Bahoz piştî havîneke hişk çêbû ku gelek bendavên Tirkiîyê ku asta ava wan daketîye nîvê ku asta herî kîme di 9 salên dawî de.
Piraniya herêmên Tirkîyê rastî hişkesalîya dirêj hatiye ku pispor sedema wê bo guherîna avhewayî û serederiya nebaş ya li gel avê vedigerînin.
Jêder: AFP