Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

DeSantis ji Berbijarîyê Vekişî û Piştgirî Da Trump


Walîyê Florîda Ron DeSantis, ku berbijarê seroktîyê yê Partîya Komarî bû, ji berbijarîyê vekişî.

Desantis biryara xwe ya ser vekişînî ji X’ê bi vîdyoyekê ragihand.

Wî dîyar kir ku hilbijêrên Komarî dixwazin careke din Serokê berê Donald Trump hilbijêrin û dîyar kir ku ewê jî piştgirî bide wî.

Di axaftina xwe de, DeSantis got ku her çiqas fikrên wî û Trump ji hev cihê ne jî ew ji Serokê Amerîka Joe Biden çêtir e.

Bi vekişîna DeSantis re, li hember Trump bi tenê Balyoza Amerîka ya berê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Nikki Haley ma.

Haley dîyar dike ku bi tenê ew dikare Biden rawestîne.

Rêvebirên kempeyna Trump dibêjin ku Haley wek berbijara Demokratan e û ew ne li ser xeta ‘’Berê Amerîka’’ ye.

DeSantis jî ser Haley got ku Komarîya demên berê ye û îdia kir ew berevanîya korporatîzmê dike.

Di pêşhilbijartinên Iowa de, ku 15’ê Çileyê li dar ketibûn, Trump 51 ji sedê, DeSantis 21,2 ji sedê û Haley ji 19,1 ji sedê dengan sitandibûn.

Jêder: Reuters, VOA

XS
SM
MD
LG