Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Enstîtuya Çandî ya Almanî-Kurdî Dest bi Xebatê Kir


Deutsch-Kurdisches Kulturinstitut
Deutsch-Kurdisches Kulturinstitut

Enstîtuya Çandî ya Almanî-Kurdî (Deutsch-Kurdisches Kulturinstitut) , ku xebatên wê yên sazkirinê berî salekê destpê kiribûn, bi awayekî fermî li bajarê Dusseldorf ya Almanya dest bi xebatên xwe yên çandî û hunerî kir.

Enstîtu dê lêkolin, lêgerîn, analîz û tezên doktorayî û mastirê yên li ser muzîka Kurdî berhev bike, ji zimanê Kurdî wergerîne Almanî û wan bide nasandin.

Herwiha enstîtu armanc dike ku pirtûkxaneyekê ava bike û arşîva muzîka biafrîne.

Dîrektorê enstîtûyê Hakan Akay ku salên dirêj e di karê muzîkê de ye, dibêje ku ev enstîtu gaveke girîng e.

“Enstîtuya me girîngî dide plan û projeyên muzîkal. Di muzîkê de hem wêje, hem melodî, hem jî çîrok rîtîm, folklore hene. Muzîka Kurdî pir dewlemend e. em dixwazin ku lêkolîn analîz, tez û antîtez û xebatên berhev bikin.”

please wait

No media source currently available

0:00 0:05:30 0:00

XS
SM
MD
LG