Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Babacan Dibêje Wê DEVA li Hemî Bajarên Tirkîyê Berbijar Hebin


Alî Babacan Serokê Partiya DEVA
Alî Babacan Serokê Partiya DEVA

Serokê Partîya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA) Alî Babacan got ku ewê li 81 bajarên Tirkîyê bi berbijarên xwe bikevin hilbijartinên herêmî yên 2024’an.

Babacan da zanîn ku wan heta niha jibo 51 bajaran berbijar dîyar kirine û got ku ewê berbijarên din jî dawîya vê mehê ragihînin.

‘’Piştî hilbijartinên giştî jibo tifaqan rewşeke westiyayî çêbû. Piranîya partîyan hewil didin ku nasnameyên xwe nîşan bidin.’’

Wî dîyar kir ku ew li Stenbol û Enqerê jî berbijarên xwe hazir dikin û got ku bi tenê li hin cihan ewê li ser xwestekan tifaqê çêkin.

Serokê DEVA got ku ewê di hilbijartinên herêmî de alternatîfekê nîşanî gel bidin ku wan di hilbijartinên giştî de nedîtiye.

Babacan ser koma Partîya Saadetê ya ku bi mirina parlamanterê wê Hasan Bîtmez re hatibû ber hilweşînê jî peyivî.

Partîya Gel ya Komarî (CHP) jibo dema danûstandinên budçeyê parlamanterekî xwe da Partîya Saadetê ku ew koma xwe bidomîne, lê helwesta DEVA jî tê meraq kirin.

Ser Partîya Saadetê, Babacan dîyar kir ku ew dixwazin Partîya Saadetê kombûna xwe û rikeberîya xwe bidomîne, lê ew jî hewil didin ku hejmara parlamanterên xwe bikin herî kêm 20 û komekê ava bikin.

Babacan dîyar kir ku ewê piştî hilbijartinên herêmî hin tevgerên din çêbibin û ewê jî li gor prensîb û nêrînên xwe tevbigerin.

Jêder: Gazete Duvar

XS
SM
MD
LG