Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

DEVA, Partîya Saadetê û Partîya Siberojê Ser Avakirina Komekê Danûstandinan Didomînin 


Partîya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA), Partîya Siberojê, Partîya Saadetê û Partîya Demokrat ser avakirina komeke li parlamanê danûstandinan didomînin.

Ji wan her çar partîyan ji lîsta Partîya Gel ya Komarî (CHP) 38 parlamanter hatine hilbijartin.

Wan parlamanteran peywendîyên xwe yên bi CHP’ê re birîn, lê heta niha wek Partîya Baş eşkere nekirine ku ewê ji Hevpeymanîya Netew vekişin.

Ew partî dîyar dikin ku Hevpeymanîya Gel êdî wek koalîsyonekê tevdigere û divê ew jî dijî desthilatê bi hevre têkoşîneke xurttir bimeşînin.

Di parlamana Tirkîyê de partîyên sîyasî yên ku 20 parlamanterên wan hene, dikarin komekê ava bikin.

Medyaya Tirkîyê radigihîne ku Partîya Demokrat naxwaze di komekê de cîh bigire, lê Partîya Siberojê, DEVA û Partîya Saadetê ser avakirina komekê danûstandinan diomînin.

Partîya Saadetê dîyar dike ku ew partîyeka kevntir e û ji berê de heye û dixwaze ku partîyên din jî li bin banê wê kom bibin, lê DEVA û Partîya Siberojê bi awayekî erênî li vê pêşnîyarê nanêrin.

Jêder: Gazete Duvar, VOA

XS
SM
MD
LG