Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêvebirê Partîya DEVA Aksoy: Em Dixwazin Kurdên NAV AKP’ê Bikşînin Alîyê Xwe


Abdurrahîm Aksoy
Abdurrahîm Aksoy

Di demên dawî de li Tirkiyê hilbijartineke pêşwext tê rojevê lê hin partîyên ku di nav van îtîfaqa de cîh nagirin, helwesta xwe hêdî hêdî dîyar dikin.

Partîya Dahatû, ku di bin serokatîya serokwezîrê berê Ahmet Davutoglu de hatibû damezirandin, ew partî li îtîfaqan erênî temaşe dike.

Partîya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA), ku şeş meh berê di bin serokatîya wezîrê berê Alî Babacan hatibû damezirandin, niha peyvajoya kongreyan disekine.

Damezrêner û rêvebirê Partîya DEVA Abdurrahîm Aksoy dibêje ku ewê piştî kongreyê stratejîya xwe ya hilbijartinê û îtifaqan dîyar bikin.

Jibo girsebûnê jî Aksoy dibêje ku di hedefa wan de hemû kes heye û bi taybet jî Kurdên li nava AKP’ê.

“Rêxistinbûna me bi coşeke mezin didome. Dibe ku kongreya me ya mezin di meha Cotmehê yan jî Mijdarê de çêbe. Niha em li 81 bajarên Tirkîyê xebatên xwe didomînin. Eleqeyeke mezin ji partîya me re heye. Di hedefa me de her kes cî digre, lê bi taybet jî em dixwazin Kurdên ku deng didin AK Partîyê bikşînin alîyê xwe.”

Aksoy, derbarê tundîya ser Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP)dibêje ku desthilatî dijî HDP’ê tevgereke bê demokratîk û bê qanûnî pêk tîne.

“Di vî warî de desthilatî tiştekî rast nake. Lê pêwîst e ku HDP kêşa xwe di nav gel de rast eşkere bike ku, di bin van êrîşan de bikaribe xwe rizgar bike,” Aksoy dibêje.

XS
SM
MD
LG