Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Partîya DEVA bo Çareserkirina Pirsa Kurdî Çi Pêşnîyar Dike?


Wezîrê Berê yê Tirkîyê Alî Babacan di meha Adarê de Partîya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA) damezrandibû û niha ew partî li bajarên Kurdan jî rêvebirên xwe hildibijêre.

Parlamanterê berê yê AKP'ê û rêvebirê DEVA'yê Mehmet Emin Ekmen beşdarî kongreya Yenîşehîra Amedê bû.

Ekmen ji Dengê Amerîka re behsa nêrîna partîya xwe li çareserîya pirsgirêka Kurd kir û got ku Li Tirkîye Kurd pêşî jibo ku mirov in, paşê jî jibo ku hemwelatî ne divê xwedîyê mafên bingehîn bin.

M. Emîn Ekmen
M. Emîn Ekmen

“Li gor partîya me ne rast e ku li ser mafê Kurdan bazarî were kirin. Em van polîtîkayan jî dirûst nabînin. Ev mafên xwezayî ne û divê ji alîyê dewletê werin nasîn.''

Ekmen xuya dike ku di bernama partîya wan de jî jibo mafê Kurdan îfadeyên zelal hene.

''Divê maf û azadîyên bingehîn bê nîqaş, werin nasîn. Welatîbûna ku bi qanûnan hatiye pejirandin, di qanûna bingehîn de bi cî bibe. Herwiha rêvebirîyên xwecîhî yên hêzdar di bernameya partîya me da heye. Jixwe dema van xalên ku di rêzikname û bernama partîya me de hene di pratîkê de jî bi kar were, gelek pirsgirêkan, astengîyên pêş çareserîya pirsa Kurd jî bixwe ji holê radibin.''

please wait

No media source currently available

0:00 0:03:53 0:00

XS
SM
MD
LG