Amerîka, Almanya, Fransa, Îtalya û Brîtanya di salvegera 10an ya şerê navxweyî yê Sûrîyê de daxuyanîke hevbeş weşandin.
Daxuyanî bi îmzayên Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken, Wezîrê Derve yê Almanya Heiko Maas, Wezîrê Derve yê Fransa Jean-Yves Le Drian, Wezîrê Derve yê Îtalya Luigi di Maio û Wezîrê Derve yê Brîtanya Dominic Raab hat belav kirin.
Di daxuyanîya hevbeş ya 5 dewletan de dijî rejîma Sûrîyê rexne hene.
‘’Hilbijartina seroktîyê ya Sûrîyê, ku li ber e îsal çêbe, dê ne adil be, ne azad be ne jî dê bo normalkirina peywendîyên rejîm û civaka navneteweyî rolekê bilîze.’’
Li gor daxuyanîya wezîrên 5 dewletan, di peyvajoya sîyasî de, Sûrîyên koçber bûne û yên li dîasporayê jî dijîn di nav de divê hemî Sûrî hebin.
Wezîrên 5 dewletan piştgirîya xwe ya bo gelê Sûrîyê ragihandin û dîyar kirin ku ew dixwazin ku hewilên bo çareserîyên sîyasî yên bi pêşengîya Neteweyên Yekbûyî (NY) jinûve geş bikin.