Platforma Komelên Bajarên Kurdan (DGD) û Hewildana Konfederasyona Komelên Mezopotamya (MEDKON) bangewaziya rawestandina şer û jinûve destpêkirina prosesa aştiyê kir.
Di bangewaziya komeleyan de hate xwestin ku şer were rawestandin, pêvajoya aştî û çareseriyê bi pîvanên rasteqînî di bin çavderiya aliyê sisêyan de, bi awayekî şefaf jinûve destpê bike.
DGD ji dewleta Tirkiyê daxwaz dike operasyonên leşkerî rawestîne û bang li PKK’ê jî dike ku demûdest çalakiyên çekdarî rawestîne û agirbestê ragihîne.
Di civîna bangewaziya DGD û MEDKON’ê de, bi rêvebirina nivîskar Fehîm Işik û beşdariya parlemanterê HDP’ê yê Rihayê Osman Baydemîr, Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî, Berdevkê Bloka Aştiyê Gencay Gursoy û akademîsyen Nazan Ustundag panelek hate saz kirin.
Baydemîr di panelê de bandora giran a şer li ser civakê bi bîr xist û banga vegera li maseya çareseriyê kir.
“Ti şerekî bêguneh tune ye. Şer piştî demekê hemû aliyan kirêt dike. Ev 30 sal in em vê bi çavê xwe dibînin. Ev şer di dema ku em pir nêzî aştiyê bûbûn de destpê kir. Divê em israra xwe ya li ser şernekirinê bidomînin. Jibo alîgirên şerxwazan çênebin jî divê em bêjin, êdî ti qûrbanekî em bidin vî şerî tune ye.”
Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî jî di panelê de, jibo dawîkirina şer berpirsiyarîyên her du aliyên şer bi bîr xistin.
“Ti fêdeya şer ji kesî re nîne. Divê demûdest dawî bibe. Heta şer were dawîkirin jî divê hem hereketa Kurd hem jî dewlet li gor pîvanên ehlaqî yên şer tevbigerin, kesên sivîl nekin armanc û nehêlin zirar bigiheje wan.”
Berdevkê Bloka Aştiyê Gencay Gursoy di vê rewşa aloz de, girîngiya tifaqa her du partiyên opozîsyona Tirkiyê CHP û HDP’ê anî ziman.
Akademîsyen Ustundag jî şerê berdewam yê navbera PKK û dewleta Tirkiyê wekî şerekî qirêj rave kir.
Rêvebirê DGD’ê Abdulhakîm Daş, li ser bangewazî û civînê ji Dengê Amerîka re got ku mebesta wan bi wê bangewazî û civînl dawîkirina şer e.
“Ev bangewazî bi piştgiriya komelên 19 bajarên Kurdan hatiye saz kirin. Ger şer bidome wê dîsa bajarên me wêran bibin û em ê bedelên pir giran bidin.”