Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîş Xwekujî de 7 Kes li Afganistanê Hatine Kuştin


Karbidestên Afganî dibêjin, di encama êrîşeke xwekujî li ser navendeke hikûmetê de 7 kes li li eyaleta Farah ya rojavaya welêt hatine kuştîn û bi kêmî ve 12 kesên din jî birîndar bûn.

Wezareta Navxweyî û karbidestên polîsan dibêjin 4 êrîşbiran roja Pêncşemê dane ser navenda parêzgehê û peqîn pêk anîne û bi tivingan şerî polîsan kirine.

Hate ragihandin, di encama peqîn û pevçûnan de 6 polîs û 1 sîvîl hatin kuştin. Her wiha, her 4 êrîşbir jî ji alîyê hêzên ewlekarîyê ve hatin kuştin.

Hîn ti kesî berpirsîya êrîşê nexistîye stûyê xwe. Lê, mîlîtanên Talîbanê vê gavê radigîhînin ku ew dest bi êrîşên xwe yên salane dikin.

Hêzên NATO’yê kontrola ewlehîya gelek deverên Afganistanê guhestin desthilatdarên xwecihî.

Li ber e, hemî hêzên şerker yên bîyanî di dawîya sala 2014’an ji wî welatî derkevin.

XS
SM
MD
LG