Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşa NATOyê de 13 Sîvîl li Afganîstanê Hatine Kuştin


helîkopterên Chinook li ser herêma çîyayî ya Paktia difirin.
helîkopterên Chinook li ser herêma çîyayî ya Paktia difirin.

Karbidestên Afganî dibêjin, di êrîşeke esmanî ya NATO’yê de kêmî ve 13 sîvîl roja Sêşemê li eyaleta Khost ya rojhilat hatine kuştin.

NATO’yê îro Pêncşemê ragihand êrîşeke esmanî, li devera Şamul 4 mîlîtanên Haqqanî ku ligel El Qaydê peywendîdar e hatine kuştin. NATO her wiha pênasînê kir ku di heman êrîşê de sîvîl jî hatine kuştin.

Berdevekekî NATO’yê got, wan nezanî ku mîlîtanên Haqqanî dema êrîşa esmanî de ketine nav kesên sîvîl ku nav wna de jin û zarok ji hebûn.

Bi xeletî kuştina sîvîlan, yek jî sedemên serekî ya girjî û alozîya navbêra hikûmeta Afganî û hêza ewlekarîyê ya navnetewî ye.

Di êrîşeke din de, 8 polîsên Afganî di encama peqîneke ser rêkê de, li eyaleta Jawzjan ya bakur hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG