Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşeke Xwekuj de 43 Kes li Pakîstanê Hatine Kuştin


Karmendên saxlemîyê birîndarekî êrîşa xwekuj ya Peşawerê radikin nexweşxane.Pakîstan Berfanbar 25, 2010
Karmendên saxlemîyê birîndarekî êrîşa xwekuj ya Peşawerê radikin nexweşxane.Pakîstan Berfanbar 25, 2010

Polîsên Pakîstanî dibêjin, di êrîşeke xwekuj ya hemberî eşîreke dijî Talîbanê de, bi kêmî ve 43 kes li bakura rojavaya welêt hatine kuştin.

Karbidest radigîhînin, êrîş li devera Bajur qewimî û di nav qûrbanîyên de zarok û jin jî hene û nêzîkî 100 kesên din jî birîndar bûne.

Karbidest her wiha didine zanîn, jineke bi burqa (peçe) êrîş bir ser navenda belav kirina xwarinê ya Programa Xwarinê ya Cîhanî (WFP) û narîncoka destê xwe peqand.

Tê ragihandin, piranîya qûrbanîyên peqîna bajarokê Kharê, endamên eşîra Salarzai ne ku di operasyonên dijî Talîbanê de cîh girtîbûn û jibo şerê dijî wê hêzeke leşkerî jî damezrandibûn.

Hîn rapor îdîa dikin ku êrîşker zilamek bû ku kincên jinan lixwe kirîbû, lê karbidestên ewlekarî yên Pakîstanê dibêjin, wan piştrast kirîye ku êrîşvan bi rastî jin e.

XS
SM
MD
LG