Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Peqîneke de 7 Kes li Paytaxta Nîjeryayê Hatine Kuştin


Qûrbanîyekî peqîna bombeyî bi ambulansê ji nexweşxaneyê re tê veguhastin. Tebax, 26 2011
Qûrbanîyekî peqîna bombeyî bi ambulansê ji nexweşxaneyê re tê veguhastin. Tebax, 26 2011

Di encama peqîneke hêzdar de avahîya Neteweyên Yekbûyî ya li paytaxta Nîjerya Abuja de, herî kêm 7 kes hatine kuştin.

Karmendên saxlemîyê û dîdevanên li cîyê bûyerê dibêjin, tîmên hawarçûnê demû û dest hatine cîyê peqînê ku kuştî û birîndaran ji bin kavilan derêxin.

Neteweyên Yekbûyî jî piştrast dike ku bombeyek bûye sedema peqîna sibêdeya roja Înîyê.

Li nêzîkî avahîya Neteweyên Yekbûyî jimareke balyozxane hene ku yek jî wan jî balyozxaneya Amerîka ye.

Tê ragihandin, heta niha tu kes berpirsîya êrîşê bi stûya xwe ve negirtîye.

XS
SM
MD
LG