Karbidestên Parastina Tirkîye dibêjin bi sedema peqînekê li nizîkî otobusekê li başûra rojhilata Tirkîye, bi kêmî ve 10 kes hatin kuştin.
Hêrişa roja Pêncşembî li nêzîkî gundê Geçitli, li herêma Hakkarî (Colemêrg) ya hevsinor ligel Îraq û Îranê hat kirin. Bi kêmî ve sê kesên din di wê peqînê de birîndar bûn ku yek ji wan zarok e.
Dem û dest, çi grupekê berpirsiyariya xwe beramberî wê hêrişê ranegehand.
Li rabirdûyê, serhildayên Kurd yên Partîya Karkerên Kurdistanê hêrişên wek hêrişa gundê Geçitli kirine, bi taybet li dijî hêzên parastina Tirkîye. PKK’ê agerbesteka yek-alî ragehand, belê tond û alozî her yêt berdewam in.