Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Pevçûnan de li Misrê Yek Kuştî, Sedan Birîndar û Dehan Girtî


Serbazên Misrê gaza rondikrêj û fişara avê li dijî dehan hezar xwepêşanderan bi kar anîn ku li nêzîk Wezareta Berevanîyê, li Qahire rêpîvan kirin û daxwaz kirin desethilata leşkerî li wî welatî demûdest bi dawî bê.

Karbidest dibêjin roja Eynî serbazek hate kuştin û nêzîkî 300 kesan jî birîndar bûn, her wiha pitirî 170 kesan ji layê leşkerî ve hatin girtin tinê çend heftîyan berî hilbijartinên serokatîyê bi rêve herin.

Berî hingî, civata leşkerî ya desthilatdara Misrê qedexeya hatûçûyê li herêma derdorê Wezareta Berevanîyê ragehand, cihê ku midehê çend rojane piranî xwepêşanderên Îslamî lê kom dibin.

Ew tundûtîjî du rojan piştî evçpûnekê li Qahire hat ku layê kêm 11 kes tê de hatin kuştin û pitirî 100 kesan jî birîndar bûn, û bû eger du kandîdayên serekî yên Îslamî bizavên xwe yên hilbijartinên serokatîyê rabigrin.

Hatîye dîyarkirin ku heilbijartinên serokatîya Misrê li 23 û 24 ê meha du bêne kirin. desethildarên leşkerî soz dane ku hilbijartinên rewa bêne kirin.

XS
SM
MD
LG