Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Salvegera Girtina Ocalan De Xwpêşandan Li Tirkîyê Destpê Dikin

Di Salvegera Girtina Ocalan De Xwpêşandan Li Tirkîyê Destpê Dikin
Di Salvegera Girtina Ocalan De Xwpêşandan Li Tirkîyê Destpê Dikin

Roja Çarşemê xwepêşandan û protesto li seranserî Tirkîyê pêk hatin di salvegera girtina rêberê Partîya Karkerên Kurdistanê, Abdullah Ocalan de. Bi hezaran piştgirên PKK li kolanên bajarên Kurdan li başûrê rojhilata Tirkîyê kom bûn û xwepêşandinên dijî hikûmetê li dar xistin.

Di hevpeyvîna ligel Dengê Amerîka, Mihemed Sanri, rojnamevanê Kurd ji Stenbolê dide zanîn xwepêşandin her wisa li Îstenbûlê jî pêk hatin û bi sedan Kurd bi hev re sloganên dijî girtina Ocalan bang kirin. Birêz Sanri her wiha dibêje partîya bi ser kurdan BDP’ê jî bi eşkereyî xwedî li Ocalan derdikevin û girtina wî weke pîlaneke navneteweyî binav dikin.

Jibo guhdarîkirina vê hevpeyvînê, kerema xwe lînka dengî li destê rastê klîk bikin.

XS
SM
MD
LG