Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Teqîneke Xwekujîyê de li Sûrîyê Neh Kes Hatin Kuştin

Hijmara qorbanîyên teqînek din ya xwekujîyê li Sûrîyê bilind dibe, ya ku wek xoya avahîyek leşkerî kirîye armanc.

Bi kêmanî ve neh kes hatin kuştin di encama teqîna otomobîlekê roja Şemîyê li bajarê Derê el Zor li rojhilata Sûrîyê.

Ev êrîş dikare bibe sedema lawazkirineke nû jibo agirbesta navbera hikûmet û opozisyonê.

Peyvdarê Wezareta Derve ya Sûrîyê dibêje 100 kes di teqînê de birîndar bûne. Kêşa bombeyê, li gorî wî, 500 kîlogram bû.

Medya dewletê radigihîne ku ev teqîn karekî terorîstî ye. Ajansa SANA ya nûçeyan wêneyên avahîyeke talanbûyî nîşan da.

Çalakvan dibêjin teqîn li rex ajanseke ewlekarîyê pêk hat. Hefteya borî, di cote teqînên li Şamê de 55 kes hatin kuştin.

Roja Pêncşemê, Sekretêrê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki-moon got, bawerîya wî bi wê yekê tê ku El Qayîde li dû teqînên Şamê bû. Lê Ban roja Înê gote komeke rojnamevan ku êrîşên weha bi ezmûn bi riya rêxistinan tenê dikarin werin kirin.

Hemdem, çalakvanan gotin, hêzên hikûmetê gaza rondik rêj avêtin ser xwenîşanderan li Helebê, di yek ji mezintirîn protestoyên serhildana Sûrîyê de.

XS
SM
MD
LG