Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çalakvan: Leşkerên Sûrî 34 Kes li Hemayê Kuştin


Çavdêrên Neteweyên Yekbûyî li Şamê.
Çavdêrên Neteweyên Yekbûyî li Şamê.

Çalakvanên Sûrî dibêjin ku di êrîşeka hêzên parastina Sûrî de li d Hemayê 34 kes hatin kuştin, ku hejmareka wan zarok in.

Komela Sûrî ya Çavdêriya Mafên Mirovan ragihand ku hêzên hikûmetê roja Yekşemê bajarê Sowran topbarankirin.

Hevdem, bombek nêzîkî tîmeka karbidestên Neteweyên Yekbûyî û rojnamevanan teqî dema wan serdana devera Dûma ya nêzîkî Şamê dikir.

Berpirsê hêzên aştîparêz yê Neteweyên Yekbûyî Herve Ladsous û serokê çavdêrên Neteweyên Yekbûyî li Sûrîyê General Robert Mood ligel wê tîmê bûn. Teqîna Dûmayê bê ziyan bû.

XS
SM
MD
LG