Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

300 Asêbûyên Nav Gemîya Diamond Princess Giheştin Amerîka


Karbidestên Amerîkî ragihand ku 300 rêwîyên Amerîkî yên ku li nava keştîyeke geştîyarî asê mabûn, îro ji Amerîka re hatin anîn û li jimareke bingehê leşkerî re hatin cîh kirin.

Di hindurê gemîya bi navê Diamond Princess, ku ew du hefte ne jiber vîrusa korona li Japonya hatibû girêdan, 400 bûyerên vîrusa korona hatibû dîtin û 14 ji wan kesan Amerîkî ne.

Ajansa Reuters ragihand ku beşek ji wan Amerîkîyan îro giheştin Bingeha Hevbeş ya San Antonio ya li Teksasê û ji alîyê pisporên ku kincên parastinê û rûberk li xwe kiribûn, hatin pêşwazî kirin.

Firokeke din jî giheşt demeke zûtir ya îro giheşt Bingeha Esmanî ya Travis ya li Kalîfornîya û kesên giheştî ji xalên taybet yên çavdêrîyê re hatin birin.

Tevî ku karbidestên Amerîkî ragihandibû ku kesên bi vîrusa korona ji keştîyê neyên veguhestin, di kelîya dawî de destûr ji 14 Amerîkîyên bi vîrusê re hate dayîn ku li firokan sîwar bin.

Wezareta Derve ya Amerîka ragihand ku ew 14 kes li beşên taybet yên firokan hatin veguhastin ku vîrusê derbazî kesên din nekin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku heta niha 1770 kes jiber vîrus korona li Çînê û 5 kesên din jî li welatên curbicur hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG