Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY: Girtina Dibistanan Kêşeyeke Giştî Çêkiriye


Neteweyên Yekbûyî (NY) dîyar kir ku jiber ku dibistan jiber vîrusa korona hatine girtin cîhan bi ‘’kêşeyeke giştî’’ re rû bi rû maye.

Sekreterê Giştî yê NY’ê Antonio Guterres da zanîn ku gava ew şewba vîrusa korona kontrol bikin divê ew bala xwe bidin ser zarokan ku wan vegerînin dibistanan.

Guterres dîyar kir ku jiber vîrusa korona dibe ku pêşdeçûnên bi dehsalan pûç bibin û newekhevî xirabtir bibin.

Li seranserê cîhanê, pirtir ji 160 dewletan jiber vîrusa korona dibistan girtin û vê rewişê li ser pirtir ji 1 mîlyar kes bandor çêkir.

Ajansa nûçeyan ya Reutersê dide zanîn ku berî şewba vîrusa korona jî 250 mîlyon zarok nikaribûn biçûna dibistanan.

Agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li seranserê cîhanê pirtir ji 18,3 mîlyon kes bi vîrusa korona ketine û bi qasî 700,000 kes jîyanên xwe ji dest dane.

XS
SM
MD
LG