Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ji Destbikarbûna 20 Hezar Mamosteyên Tirkiyê Tenê 3 Mamosteyên Kurdî Hene


Wezareta Perwerdehîya Tirkiyê ragihand ku îsal 20 hezar maomosteyên nû dest bi kar dikin lê hejmara ku jibo kurdî veqetandine tenê 3 ye.

Ji însîyatîfa Mamosteyên Kurdî Mehmet Emîn Ay dibêje ji 800î zêdetir mamosteyên Kurdî hene ku li benda kar in.

Li Tirkiye li dibistanên seretayî heftê 2 saet weke dersa hilbijêr dersa Kurdî heye lê jibo pola kurdî vebe divê herî kêm 10 zarok kurdî hilbijêrin.

"Jiber ku mamoste kêm in, Rêvebirên dibistanan xwe nadin ber Kurdî. Di ciyê Kurdî de berê zarokan didin dersên olî. "

Daxwaza Xwendina bi Zimanê Kurdî li Tirkiyê
Daxwaza Xwendina bi Zimanê Kurdî li Tirkiyê

Ay bibîr xist ku di sala 2011an de bi biryara Sazîya Xwendina Bilind (YOK) li bajarên Mêrdîn, Muş, Bîngol û Dersîmê li zanîngehan beşên ziman û wêjeya Kurdî hatin vekirin.

"Heta niha ji 800 zêdetir wanebêj hene lê jiber ku derfeta kar kirinê weke mamoste ti neye vena, gelek mamosteyên kurdî an karê avakirinê dikin, an jî li gundan şivantî û gavantî dikin."

Hun dikarin agahîyên zêdetir li ser fayla deng gohdar bikin.

Raporta Amedê 10 03 2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:45 0:00

XS
SM
MD
LG