Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Vekirina Dibistanan li Tirkiyê di Navbera Desthilat Û Opozîsyonê de


Xwendekar li Tirkiyê
Xwendekar li Tirkiyê

Li Tirkiyê piştî salek û nîvan dibistan hatin vekirin û perwerdeya rûbirû destpêkir.

Lê ji ber hin kêmasîyên perwerdê û bergirîyên Covîd-19 di navbera desthilat û opozîsyona Tirkiyê de gengeşîyên ser perwerdeya rûbirû jî zêde bûn.

Hejmarên nexweşîya Covîd-19 li Tirkiyê her ku diçe bilind dibe. Di nava tevahîya gel de, bi taybet jî di warê vaksînkirina mamostayan û xwendevanan de hê kêmasî didomin.

Li gorî daneyên fermî li Tirkiyê 1 mîlyon û 117 hezar û 686 mamoste hene. Ji vana heta niha zêdetir ji 300 hezar mamosteyan nehatine veksînkirin. Hejmara xwendevanan jî di ser 18 mîlyonî re ye û pirraniya wan hêjî nehatine vaksînkirin.

Desthilata Tirkiyê angaşt dike ku jibo perwerdeha rûbirû hemû bergirî hatine girtin.

Serokê Tirkiyê R. T. Erdogan
Serokê Tirkiyê R. T. Erdogan

Serokomarên Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan da xuyakirin ku Tirkiye di warê perwerdeyê de di nava gelek welatan de cîyekî girîng digre. Erdogan vê yekê wiha radigîhîne, "Di berdewamkirina perwerdeya bê rawestandin de, em ji çend dewletan yek in. Lûksa me tunene ku em xwendevanên xwe ji perwerdê mehrûm bikin. Me di perwerdeya dur ya EBA’yê de serkeftinek bi dest xist. 2 milyon kompîturên tablêt gîhande destê xwendevananên xwe."

Peyvdarê CHP’ê Faîk Oztirak
Peyvdarê CHP’ê Faîk Oztirak

Desthilat her çiqas bêje ku di warê perwerdehê de têra xwe bergirî hatine girtin jî lê opozîsyon vê yekê rast nabîne. Berdevkê CHP’ê Faîk Oztirak gava hikûmetê di vî alî de rexne dike wiha dibêje "Piştî Meksîkayê welatê ku herî zêde dibistanên xwe girtî hîştîye Tirkiye ye. Rêveberîya qesrê girîngîya ku dide dovîz û dahata turîzmê nade zarokên me û perwerdeya wan. Yek nesil bi awayekî eşkere hate mandila kirin. Di nav 19 salî de 8 car Wezîrê Perwerdeyê gorandin."

Li Tirkiyê 727 hezar û 347 polên perwerdê hene. Di her polî de nêzîkî 40 xwendevan perwerde dibin. Malbatên xwendevana jî vê yekê ji bo tendûrîstîya zarokên xwe wek rîsk dibînin.

Raporta Enqerê 08 09 2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:27 0:00

XS
SM
MD
LG