Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye 32 Xebatkarên Medya Kurdî Serbest Dike


Bajarvana Amedê Gultan Kişanak hember zextên ser medya Kurdî, rojnameya Azadiya Welat difroşe
Bajarvana Amedê Gultan Kişanak hember zextên ser medya Kurdî, rojnameya Azadiya Welat difroşe

Ajansa AFP radigihîne ku karbidestên Tirk 32 xebatkarên medya Kurdî, ku do şev li Dîyarbekirê hatibûn binçav kirin, îro Seşemê berdan.

32 kesên ku ji alîyê polîsên dij-terorê ve hatibûn binçav kirin, xebatkarên Ajansa Dîcle (DIHA), rojnameya bi Kurdî Azadiya Welat, Weşanxaneya Aram û Sazîya Zimanê Kurdî (KURDI-DER) ne.

Heta niha ne dîyar e ew kes çima hatin binçav kirin û bi çi tên tawanbar kirin. Lê jêderekî xwecihî ji AFP dibêje, bi sedema lêgerîna terorîstekî berguman ku polîs bawer dikir ku li wê avahîyê xwe veşartîye, ew legerîn hatiye kirin.

Ajansa DIHA binçavkirina xebatkarên xwe di malpera xwe de şermezar kir û got ku polîs tundî li ser kesên binçavkirî kar anî.

DIHA herwiha bi bîr xist ku berê jî 20 caran malpera wan ji alîyê hikûmeta Tirkîyê ve hat sansur kirin.

XS
SM
MD
LG