Wezîra Dadê ya Holanda Dîlan Yeşîlgoz bû seroka nû ya Partîya Gel ya jibo Azadî û Demokrasîyê (VVD).
VVD ya konservatîf partîya Serokwezîrê Holanda Mark Rutte ye.
Holanda dê di Mijdarê de here hilbijartinên giştî û Yeşilgoz ya 46 salî ger were hilbijartin dê bibe serokwezîra jin ya pêşî ya Holanda.
Yeşîlgoz ya bi eslê xwe Kurd e di 8 salîya xwe de ji Tirkîyê koç kiriye.
Serokwezîrê Holanda Rutte piştî hikûmeta wî jiber nîqaşên ser koçberan belav bûbû dîyar kiribû ku ewê jî sîyasetê vekişe.
Rutte, ku ji 2006'an vir ve rêberîya VVD dike, dê heta kabîneya nû çêbe li ser kar be.
Hemwelatîyên Holanda dê di 22’ê Mijdarê de herin ser sindoqan.
Jêder: Reuters