Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dîlek Ocalan: Şerxwaz jibo Berdewama Deshilatiya Xwe Vî Şerî Dikin


Parlemantera HDP’ê ya bajarê Ruha’yê û xwarziya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Dîlek Ocalan astengkirina hevdîtinan û şerê berdewam ji Dengê Amerîka re nirxand.

Xanim Ocalan bal kişand ser şerê berdewam û got ku şer jibo ti kesî tiştekî nayîne.

“Yên şer dixwazin jibo berdewama deshilatiya xwe vî şerî didin kirin. Bêyî ku zarok, jin û sîvîlan berçav bigirin wan dikujin. Bangewaziya min ev e ku şerxwaz paşve gav bavêjin û ev şer were rawestandin, ” Xanim Ocalan got.

Parlemantera HDP’ê li dijî astengkirina hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re nerazîbûna xwe nîşan da û xwest ku hevdîtin bi wî re were kirin û ew were azad kirin.

Xanim Ocalan da xuya kirin, tenê ji hêla aliyekî ve rawestandina şer ji rastiyê dûr e.

“Ev demeke bangewaziyên agirbestê têne kirin ku ev 3 sal in jî agirbestê berdewam dikir. Lê di 3 salan de çi guherî? Tenê ji hêla aliyekî ve rawestandina şer ji rastiyê dûr e. Çima berî 7’ê Hezîranê agirbest hebû û piştî hilbijartinê dîsa şer dest pê kir? Ocalan berê jî bangewazî kiribû. Ji aliyekî ve em behsa agirbestê bikin û ji aliyê din ve jî sivîl ji aliyê nîşangeran ve werin kuştin, ev nayê qebûl kirin.”

Dîlek Ocalan, li Kobaniyê dema veşartina cenazeyê Alan Kurdî beşdariya parlemanterên AKP’ê jî wekî durûtî nirxand.

“Rojek berê tezkereya şer qebûl kirin û roja din jî hatin cenazeyê wan zarokên penaber ku jiber şer di rêya penaberiyê de can dane. Heke dixwazin alîkariya Kobaniyê bikin, divê werin di nûavakirina bajêr de cî bigirin.”

ST_9_7_15
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:49 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG