Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dilgeşê 3,5 Salî Roja Cejnê bi Dayika Xwe re Ket Zindanê


Gonul Aslan û kurê wê Dilgeş
Gonul Aslan û kurê wê Dilgeş

Du roj berîya cejnê li Amedê di operasyonek "terorê de" 18 kes hatin desteser kirin. 12 kes bi tawana "endamên rêxistina terorê ne" roja cejnê hatin girtin.

Yek ji wan kesan Gonul Aslan e ku dayika sê zarokan e. Aslan endama Meclîsa Şaredarîya Baglera ye. Hevjînê wê jiber cezayê zindanê niha li Ewrupa penaber e.

Jiber ku kesek tun e ku li Dilgeş binêre, ew jî bi dayika xwe re kete zindanê.

Hevseroka Partîya Heremên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz got ku heceta girtina 12 kesan, endamtîya Komela Jinan ya Rosa ye.

"Bi girtina hevalên me dixwazin Komela Rosa wek rêxistineke terorî nîşan bidin û darbe li tekoşîna tevgera jinan bixin," Aydenîzê got.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Komela Rosa du sal berê li hember tundîya li ser jinê li Amedê hatibû damêzirandin.

KHF_05_25_2020_Dilgeşê_3,5_salî
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:01 0:00

XS
SM
MD
LG