Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dillon: Serhildayên Sûrî li Minbicê Êrîşî Hêzên Koalîsyonê Kirin


Kolonel Ryan Dillon
Kolonel Ryan Dillon

Berdevkê Koalîsyona Dijî DAIŞ’ê Kolonel Ryan Dillon dîyar kir ku hêzên wan, li Minbic ya li bakurê Sûrîyê, ser êrîşa serhildayên ku Tirkîye piştgirîyê dike, bersîv daye.

Jêderekî leşkeri ji CNN’ê re da zanîn ku serhildayan êrîşî leşkerên Amerîkî jî kiriye.

Dillon dîyar kir ku hefteya borî, ser êrîşa serhildayan wan bersîv daye û piştre hêzên koalîsyonê vekişîyane cîhekî ewle.

Berdevkê koalîsyonê da zanîn ku di êrîşan de ti kes nehatîye kuştin û birîndar nebûye.

Dillon di ser ajansa Reutersê re ji Tirkîyê xwest ku ji serhildayan re ragihîne ku ‘’Êrîşbirina ser koalisyona ku Amerîka pêşengîya wê dike nayê qebûl kirin’’

Minbic, di bin kontrola Hêzên Sûrîya Demokratîk de ye. Leşkerên Amerîkî, li wê herêmê Cıvata Leşkerî ya Minbicê perwerde dike.

XS
SM
MD
LG