Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kolonel Dillon Tirkîyê Jiber Operasyona Efrînê Rexne Dike


Berdevkê Koalîsyona Dijî DAIŞ’ê General Ryan Dillon da zanîn ku ‘’bûyerên li Efrîn bala li ser têkoşînê belav kirine’ û Tirkîye rexne kir. Dillon bang li hêzên herêmê kir ku bala xwe bidin ser têkoşîna dijî DAIŞ’ê.

Dillon bi daxuyanîya bi telekonferans de da zanîn ku ew fikarên Tirkîyê yên ser sînor fehm dikin, lê operasyona Efrînê bala li ser têkoşîna dijî DAIŞ’ê şikandîye û ew jî ji koalîsyonê re fikaran çêdike.

‘’Li Sûrîyê armanca sereke têkbirina DAIŞ’ê ye. Ez bi awayekî eşkere dibêjim ku koalîsyon piştgirîyê tenê dide hewildanên leşkeri yên dijî DAIŞ’ê. Em bang li hemî alîyên li herêmê dikin ku bala xwe bidin ser têkoşîna dijî DAIŞ’ê’’ Dillon got.

Dillon da zanîn ku Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) dijî çekdarên DAIŞ’ê yên li herêma Feratê şer dike û dîyar kir ku bi operasyona Efrînê dibe ku têkoşîna dijî DAIŞ’ê qels bibe.

Fermandarê Amerîkî da zanîn ku jiber bûyerên li Efrînê, hin şervanên HSD’ê yên li Feratê vekişîyane.

Dillon got ku HSD’ê di têkoşîna dijî DAIŞ’ê de xwe îspat kiriye û bi bîr xist ku par Reqa di destê DAIŞ’ê de bû û tenê HSD’ê karibû ew ji paytaxta wan derxista.

XS
SM
MD
LG