Komcivîna Dîyaloga Sûrî, bi vewxandina Meclîsa Sûrîya Demokratîk (MSD), di bin diruşma avakirin û pêşketin de li bajarokê Ayn Îssa pêk hat.
Pirtir ji 100 kesên sîyasî ji hindur û dervayê Sûrîyê û nûnerên pêkhatîyên Kurd, Ereb, Tirkmen û Suryanî tê de beşdar bûn.
Endamê komîteya amadekar Sîhanok Dîbo dîyar kir ku kesitîyên beşdarî civînê dibin, li gor bercewendîyên Sûrîyê kar dikin û armanca wan aştî û aramî ye.