Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Stenbolê Çalakiya Windabûyan li Amedê jî Tê Qedexekirin


Walîtiya Amedê çalakiya malbatên windabûyan ku her heftê li Parka Koşuyoliyê lidardiket, qedexe kir.

Malbat û xizmên windabûyan, bû 499 heftê ne, doza dîtina kes û karên xwe dikin ku piraniya wan di salên 90î de winda ne û tê îdiakirin ku piraniya wan piştî hatine girtin winda bûne.

Çalakiya malbatan, ku du salan di nav avahiya Komlea Mafê Mirovan dihat lidarxistin, piştî îlankirina rewşa awarte hatibû qedexekirin.

Di 21ê Tîrmehê de biryara qedexê hatibû rakirin. Lê piştî şeş hefteyan carek din biryara qedexekirinê hat dayîn ji bo ku çalakî li derve neyê kirin.

Ji bo guhdarîkirina li raportê fayla deng veke

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:03:46 0:00

XS
SM
MD
LG