Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Amedê Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî Ya 10an Hate Lidarxistin


Li Amedê xwedîyê xelata Pêşbirka Helbestan ya Arjen Arî bi bernameyek taybet hate ragihandin. Helbestvanê ciwan Rêzan Diljen bi dosyeya xwe ‘Deftera Qetayî’ hêjayê xelatê hate dîtin. Parlamenterê berê yê HDP’ê Garo Paylan jî hêjayê Xelata Rûmetê hate dîtin.

Bername, bi piştevanîya malbata helbestvan û Weşanxana Sor her sal lidardikeve.

Bernama xelatê roja Şemîyê li Amedê, bi beşdarîya malbata Arjen Arî, heval û hogirên wî, nivîskar û helbestavan lidar ket. Kurê Arjen Arî, Behzat axaftina xêrhatinê kir.

Li ser navê Weşanxana Sor, Rojhat Turgut jî anî ziman Arî, jibo helbesta Kurdî nirxek mezin e û di helbestên wî de çar perçê Kurdistanê dibin yek.

Nivîskar Haqqi Zayiç jî destnîşan kir Arjen Arî helbestvanek bi rûmet e ku nirxa helbesta Kurdî bilind kirîye.

Helbestvan Lal Laleş, endamê jurîya îsal bû. Ew di heman demê de hevalê wî bû.

Wî got ''Helbesta Arjen Arî, ne tenê şahidê dema xwe ye, mirov ji wê gaveke bi demên pêş ve jî bavêje. Mirov ne xwedîyê risteke pak, delal û bi kalîte be, ew nikare kesên piştî xwe, bi dû ristên xwe ve bikişkişîne. Em gelek spasdarê wî ne ku mîrateke gelek hêja ji me re hîştiye.''

Helbestvanê ciwan Rêzan Diljen xelata xwe ji deste Nejla Arî girt û got 'Ku îro ne ji bilûra Celadet Bedirxan bûna, ew bilûra xemrevîyên diketîyê welat û çîyayên Arje Arî yên Rûsipî bûna, min dest bi helbestê nedikir, xêra wan gelek e, mala wan ava!''

Kurtejîyana Arjen Arî

Arjen Arî, di sala 1956’an de, li herêma Omerîya Mêrdînê, li gundê Çalê hatîye dinyayê. Di sala 1979an de li Enstîtûya Perwerdehîyê ya Amedê, beşa Zimanê Tirkî kuta kir.

Di sala 1976an de li Nisêbînê ji ber belavakirina belavokekê hate girtin û polîsan dest da ser helbestên wî û qasî hefteyek di hepsê de ma. Dema hate berdan, helbestên wî nedan.

Helbestên wî yên ewil di Kovara Tîrêj de hatin weşandin. Piştî 12ê Îlonê helbestên wî di kovarên weke Berbang, Kurdistan Press, Nudem, Çira, Pelîn, û Rewşenê de hatin weşandin.

Di sala 1992an de li Nisêbînê, li ber derîyê mala xwe rastê êrîşeke çekdarî hate û birîndar bû. Piştî wê erîşê li Amedê bi cî bû.

Yek ji damezrênerên Komeleya Nivîskarên Kurd û PEN’a Kurd bû.

Di 30’ê Cotmeha 2012an de jiber nexweşîya pençeşêrê çû ser dilavanîya xwe û gora wî li Goristan Yenîkoyê ya Amedê ye.

Berhemên wî

Destana Kawa û Azhî Dehaq, Çil Çarîn, Eroutîka, Şi’îr û Sînor, Heftê û Du Nefî, Efendîno, Ev Çîya Rusipî ne, Ramûsana Min Veşartin li Gelîyekî, Şêrgele navê pirtûkên helbestên Arjen Arî ne.

Hemî berhemên wî di sala 2019an de ji aliye Weşanxana Sor hate belavkirin.

XS
SM
MD
LG