Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Diyarbekirê Ji bo Vaksîna COVID-19 Mele Şîretan Li Civakê Dikin


Wekî havîna par, îsal jî li Diyarbekir hejmara pêketîyên koronayê zêde dibe û hemî nexweşxane ji nexweşan tije ne. Li hember vê rewşê rêjeya kesên vaksîn dibin hîn ji sedî 51 nebuhurîye.

Platforma Tekoşîna li Hember Covid li Amedê jibo bawerîyên xelet li hember vaksînê dest bi kampeyna vaksînê kir. Jibo bawerîya vaksînê jî di nav gel de zêde bikin ji seyda û meleyan alîkarî xwestin. Niha li gelek malên şînê, seyda û rûsipî şîretan li civakê dikin jibo vaksîn bibin.

Endamê Platformê Nûsret Îla da xuyakirin li şîn û hewarîyan vîrus pir zêde belav dibe û xwediyê şînan pir goh nadin tedbîran.

''Jibo wê jî berîya 15 rojan platforma me bi mele û seydayan re civînek çêkir û jibo vaksînê herwiha tedbîrên civakî me alîkarî ji wan xwest.''

Li gorî Wezareta Saxlemiyê di nav heşt mehan de li seranserê Tirkîye 82 milyon û 775 doz vaksîn hatine kirin. 32 milyon 492 kes du caran vaksîn bûne.

Hejmara bajêr û bajarokên Dîyarbekir 1 milyon 150 hezar e lê heta neha 965 hezar doz vaksîn hatine kirin ku 336 hezar 166 doza duyê ye. Rêjeya vaksînê sedî 51.2 ye.

Raporta Deng/Xecîcan Farqîn
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:16 0:00


XS
SM
MD
LG