Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Derve yê Ukrayna jibo Rêkên Aştîyê Serdana Hindistanê Dike


Wezîrê Derve yê Ukrayna Dmytro Kuleba
Wezîrê Derve yê Ukrayna Dmytro Kuleba

Wezîrê Derve yê Ukrayna Dmytro Kuleba îro Pêncşemê ragihand ku ew jibo pêşvebirina rêka aştîya ya li welêt û xurtkirina peywendîyên bi Hindistanê re derbazî New Delhi bûye.

Kuleba ji X’ê dîyar kir ku ewê bi dîyaloga Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy û Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modi bala xwe bidin ser formula aştîyê.

Ukrayna planan dike ku mehên pêş hilcivîneke bi beşdarîya rêberên cîhanê li dar xe û ser vekişîna hêzên Rûsî ji axên wê formulan pêşve bibe.

Rûsya hewildana Ukrayna ya dîplomatîk wek destpêkekê nabîne.

Modi hefteya borî, berî serdana Kuleba, bi rêka telefonê bi Serokê Rûsya Vladimir Putin û Zelenskyy re peyîvî.

Peywendîyên Hindistan û Rûsya yên jibo aborî û berevanîyê xurt in.

Hindistan, Rûsya jiber dagirkirina Ukrayna rexne nekir û bazara petrolê ya bi Moskowê re rakir asta rekorî.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG