Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşa Rûsî de Kargeha Dnipro ya Çêkirina Elektrîkê Zîyan Dîtîye


Piştî êrîşeke Rûsî rewşa Dnipro (Arşîv)
Piştî êrîşeke Rûsî rewşa Dnipro (Arşîv)

Ukrayna îro Sêşemê ku Rûsya derengî şevê bi 23 dronan êrîş birîye ser bajarê Dnipro yê rojhilata Ukraynî.

Karbidestên Ukraynî dibêjin ku di encama vê êrîşê de navendeke çêkirina elektrîkê zîyan dîtîye.

Walîyê Dnipro Borys Filatov li ser platforma Telegramê ragihand ku binesazî bûye armanc, lê wî dîyar nekir ew binesazî çi ye û asta zîyana jiber êrîşê çi ye.

Kompanîya DTEK ya enerjîyê jî li ser Telegramê got ku yek ji navendên wê yên elektrîkê bi awayekî cidî di êrîşên Rûsyayê de zîyan dîtîye û ev yek jî bûye sedema ku berhemdana elektrîkê raweste.

Kompanîyê got ti qurbanî di vê êrîşê de nebûn.

Serhîy Lysak, fermandarê herêmê got ku Rûsya êrîşeke mezin li deverê pêk anîye û berevanîyên esmanî yên Ukraynî 10 dronên Rûsî li devera Dnipro anîne xwarê.

Bi tevahî, hêzên asmanî yên Ukraynî dibêjin ku berevanîya asmanî 16 ji nav 23 dronên Rûsî li herêmên Kherson û Zaporizhzhia anîne xwarê.

Jêder: VOA

XS
SM
MD
LG