Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Der Spiegel: Nivîskarekê Alman bi Sedema Rexnekirina Erdogan li Îspanya Tê Girtin


Kovara Almanî ya Naskirî "Der Spiegel"
Kovara Almanî ya Naskirî "Der Spiegel"

Kovara naskirî ya Almanî "Der Spiegel", roja Şemiyê weşandiye ku, nivîskarekê Alman Dogan Axanlî, yê ji esil Tirk, li Îspanya hatiye girtin jiber ku wî rexne li serokê Tirkiyê R.T. Erdogan girtine.

Dogan Axanlî nivîskarê Alman yê ji regez Tirke, rexne li Erdogan girt bûn, Erdogan jî, bi rêya polîsê navnetewî "Înterpol"ê, daxwaza girtina wî kir bû.

Îlias Uyar parêzvanê Axanlî di hevpeyvîna ligel Der Spiegel de, daye zanîn ku, muwekilê wî li Îspanya, li bajarê Xernate "Granada", hatiye girtin, ev jî di çarçeva wê kampênê daye yaku li welatên Ewrupî li dij rexengirên Erdogan tê berdewam kirin.

Aloziyên di navbera Almanya û Tirkiyê de ji dema hewildana darbeya leşkerî ya sala par de, di zêdebûnê dane, piştî hewildana leşkerî ya neserkeftî li Tirkiyê ji roja 15î Tirmeha sala par heta nûha zêdetir ji 150 hezar kesan ji karên wan hatine avêtin yan dûrkirin, herwiha zêdetir ji 50 hezar kesan girtine, di nava kesên girtî de welatiyên Alman jî hene.

Nivîskar Axanlî di salên 80 û 90an de li Tirkiyê gelek caran hatiye girtin, sala 1991ê ji Tirkiyê reviyaye û li bajarê Koln yê Almaniya ji sala 1995an heta nûha xwecih bûye, ew berpirsê rojnameke çep bû, herwiha dijberê desthilatdarên Enqerê ye, eger ku ew bo Tirkiyê bihê veguhastin bi kêmî dê 60 sal cezayê girtinê bibîne.

Ji hejî gotinê ye ku, doh aloziyên di navbera Enqere û Berlin de, giha bû asta herî bilind piştî Erdogan bang li Tirkên Almaniya kir bû da ku dengê xwe nedin partiya Angela Merkel Şêwirmenda wî welatî, sûn de, wezîrê derve yê Almanya Sigmar Gabriel ev helwesta Erdogan şermezar kir û Erdogan bi dest têwerdana nav karên navxwe yên Almanya tawanbar kir.

XS
SM
MD
LG