Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Amerîka Dozek Dijî Urdunîyek Hate Vekirin ku li Dijî Qaşo Piştgirên Îsraîlê Gef Xwarine


Wezareta Dadê ya Amerîka îro Înê ragihand ku dijî hemwelatîyekî Urdunî, ku li Orlando, Florida dijî, dozek hate vekirin, bi sedema ku bi gefa bikaranîna madeyên peqînkar kiriye, kargeheke enerjîyê rûxandîye û gefên li dijî karsazên ku piştevanên Îsraîlê kirine.

Wezîrê Dadê yê Amerka Merrick Garland roja Pêncşemê bi daxuyanîyekê got ku kesê berguman gefa tundîya girseyî ya kîndarîyê kiriye û yek jî sedemên wî yên êrîşan armanckirina karsazîyan ku piştgirên Îsraîlê ne.

“Hnaihen, ji Hezîranê û vir ve karsazên li Orlando ku piştgirên Îsraîlê ne, kirin armanc û êrîş birin ser cîhên wan. Wî di şevreşîyê de, bi rûberk (maske) cam û derîyên dikanan şikandine û nameyên gefxwar hiştine.”

Wezareta Dadê da zanîn ku bi bawerîya wê Hnaihen pirtir ji 700,000 dolar zarar daye mal û milkên hemwelatîyan û ew di 11ê Tîrmehê de hatite desteser kirin.

Wezareta Dadê bal kişand ku ger Hnaihen sucdar were dîtin, ew jiber tawanên tehdîtkarî dikare heta 10 sal cezayê girtîgehê û jiber rûxandina kargeha enerjîyê jî heta 20 sal cezayê girtîgehê bistîne.

Reuters ragihand ku kesê girtî Hashem Younis Hashem Hnaihen yê 43 salî ye. Dîrektorê FBI Christopher Wray jî got ku ew berguman êrîşî kargeheke elektrîkê kiriye û karsazîyên xwecîhî tehdît kirine û bûye sedema zararên bi sed hezaran dolaran.

Hêjayî bîrxistinê ye ku li Amerîka kiryarên kîndarî yên dijî Cihû, Misilman, Ereb, Filîstînî û Îsraîlîyan, piştî êrîşa Hamasê ya 7ê Cotmehê zêdetir bûne.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG